1
Tîmotêyos I, 4:12
Kurmanji Încîl
Bila tu kes xortaniya te kêm nebîne, lê tu di peyivînê de, di rabûn û rûniştinê de, di hezkirinê de, di bawerî û dilpakiyê de ji bawermendan re bibe mînak.
Compare
Explore Tîmotêyos I, 4:12
2
Tîmotêyos I, 4:8
Çimkî îdmana bedenî bi kêrî hindik tiştî tê, lê jiyana xwedayî bi kêrî her tiştî tê; soza wê hem ji bo jiyana vê dinyayê û hem jî ji bo jiyana wê dinyayê heye.
Explore Tîmotêyos I, 4:8
3
Tîmotêyos I, 4:16
Hay ji xwe û ji hînkirina xwe hebe. Di nav wan de berdewam bike, çimkî eger tu wisa bikî, tê hem xwe û hem jî guhdarên xwe xilas bikî.
Explore Tîmotêyos I, 4:16
4
Tîmotêyos I, 4:1
Ruh bi eşkereyî dibêje ku di demên paşê de, hinek wê ji baweriyê bikevin û guh bidin ruhên xapînok û hînkirinên cinan.
Explore Tîmotêyos I, 4:1
5
Tîmotêyos I, 4:7
Lê xwe ji çîrokên nepak û yên pîrejinan dûr bixe. Xwe di jiyana xwedayî de perwerde bike.
Explore Tîmotêyos I, 4:7
6
Tîmotêyos I, 4:13
Heta ku ez bêm, xwe bidê ku tu ji wan re nivîsarên pîroz bixwînî, şîretan li wan bikî û hîn bikî.
Explore Tîmotêyos I, 4:13
Home
Bible
Plans
Videos