YouVersion Logo
Search Icon

Metta 5

5
Dannasînîya serê çʼîyê
1Çaxê Îsa eʼlalet dît, hilkʼişîya çʼîyê, rʼûnişt û şagirtêd Wî hatine cem Wî. 2Ewî dest bi hînkirina Xwe kir û wanrʼa got:
Hînkirina bona xwezilîya rʼast
(Lûqa 6:20-23)
3«Xwezî li rʼuhʼfeqîra#5:3 Bi gotineke din: «Rʼuhʼkʼesîba», awa gotî rʼuhʼê wan hʼewcê Xwedê ye, ber Xwedê şkestî ne. ,
çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana ya wan e.
4Xwezî li hʼeznîya,
çimkî ber dilêd wanda wê bê hatinê.
5Xwezî li şkestîya,
çimkî eʼrdê pʼara wan be.
6Xwezî li wan, ku tʼî û birʼçîyê rʼastîqedandinê ne,
çimkî ewê tʼêr bin.
7Xwezî li dilrʼeʼma,
çimkî ewê rʼeʼmê bibînin.
8Xwezî li dilpaqija,
çimkî ewê Xwedê bibînin.
9Xwezî li wan, ku eʼdilayîyê dikin,
çimkî ewê zarʼêd Xwedê bêne hʼesabê.
10Xwezî li wan, ku bona rʼastîqedandinê têne zêrandinê,
çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana ya wan e.
11Xwezî li we, gava bona navê Min we bêhurmet kin, bizêrînin û her cûrʼe buxdan li we bikin. 12Eşq û şa bin, çimkî heqê we li eʼzmana gelek e. Bi vî cûrʼeyî pʼêxemberêd ku berî we hebûn, zêrandin.
Xwê û rʼonayî
(Marqos 9:50; Lûqa 14:34-35)
13Hûn xwêya eʼrdê ne. Lê heger xwê teʼma xwe unda ke, paşê ewê bi çi teʼmê bistîne? Îdî wê kêrî tiştekî neyê. Wê bigirin bavêjine nav dest-pʼîya.
14Hûn rʼonaya dinyayê ne. Heger bajarek serê çʼîyê ye, nayê veşartinê. 15Kesek jî çʼirê vênaxe û nake binê firaqê, lê datîne ser pʼêçʼirê, ku rʼonayê bide hʼemûyêd ku malêda ne. 16Usa jî bira rʼonaya we ber meriva şewq bide, ku ewana kirinêd weye qenc bibînin û pesinê Bavê weyî eʼzmana bidin.
Hînkirina bona Qanûnê
17Nefikirin ku Ez hatime nivîsarêd pʼêxembera û Qanûnê xirab kim. Ez nehatim ku xirab kim, lê wan hʼemûya bînime sêrî. 18Ez rʼast werʼa dibêjim, berî derbazbûna eʼrd û eʼzman, deqek yan jî hʼerfeke biçʼûk ji Qanûnê wê tʼu car unda nebe, hʼeta ku hʼemû bêne sêrî. 19Awa kʼî ji van tʼemîya yeke here biçʼûk xirab ke û meriva usa hîn ke, ewê Pʼadşatîya Eʼzmanada ji hʼemûya biçʼûktir bê hʼesabê. Lê kʼî ku wana pêk bîne û hîn bike, ewê Pʼadşatîya Eʼzmanada mezin bê hʼesabê. 20Lema Ez werʼa dibêjim, heger rʼastîya we ji rʼastîya qanûnzan û fêrisîya zêdetir nîbe, hûn tʼu car nakʼevine Pʼadşatîya Eʼzmana.
Hînkirina derheqa hêrsê û mêrkuştinêda
21We bihîstîye ku pêşîyarʼa hatîye gotinê: ‹Nekuje!#5:21 Derkʼetin 20:13; Qanûna Ducarî 5:17. Kʼî ku bikuje, dîwana wî wê bê kirinê›. 22Lê Ez werʼa dibêjim, kʼî ser birê xwe hêrs kʼeve#5:22 Nav hinek destnivîsarada aha ye: «Kʼî ku cîkî bê sebeb ser birê xweda hêrs kʼeve». , wê bibe deyndarê dîwanê û kʼî bêje birê xwe: ‹Bê aqil›, ewê bibe deyndarê dîwana civîna giregira û kʼî ku bêje: ‹Axmax›, wê bibe deyndarê agirê dojê. 23Awa heger tu hʼedîya xwe bînî ser gorîgehê û li wir bê bîra te, ku dilê birê te ji te maye, 24hʼedîya xwe wê derê li ber gorîgehê bihêle û pêşîyê herʼe birê xwerʼa li hev were û paşê were hʼedîya xwe bide.
25Çaxê neyarê te te kʼaşî cem hʼakim dike, rʼêda tʼevî wî zû li hev were. Heger na, ewê te bide destê hʼakim, hʼakimê jî te bide destê berdestîyê xwe û te bavêje kelê. 26Ez rʼast terʼa dibêjim, tu ji wir tʼu car dernakʼevî hʼeta polê#5:26 «Pol» pʼerê herî hûr e. paşin nedî.
Hînkirina derheqa zinêkʼarîyêda
27We bihîstîye ku hatîye gotinê: ‹Zinîyê neke›#5:27 Derkʼetin 20:14; Qanûna Ducarî 5:18. . 28Lê Ez werʼa dibêjim, kʼî bi temê xirab jinekê binihêrʼe, ewî dilê xweda îdî tʼevî wê zinêkʼarî kir. 29Awa heger çʼeʼvê teyî rʼastê te ji rʼê derdixe, wî derxe û ji xwe bavêje. Bona te hê qenc e ku endemekî te unda be, lê bedena te pêva nekʼeve ceʼnimê. 30Û heger destê teyî rʼastê te ji rʼê derdixe, wî jêke û bavêje. Terʼa hê qenc e ku endemekî te unda be, lê bedena te pêva nekʼeve ceʼnimê.
Hînkirina derheqa jinberʼdanêda
(Metta 19:9; Marqos 10:11-12; Lûqa 16:18)
31Ev jî hatîye gotinê: ‹Kʼî kʼulfeta xwe berʼde, bira kʼaxaza jinberʼdanê bide wê›#5:31 Qanûna Ducarî 24:1-4. . 32Lê Ez werʼa dibêjim, kʼî ku bê sebebîya qavîyê jina xwe berʼde, ew dibe sebebê zinêkirina wê, heger dîsa ew mêr ke#5:32 Ev xebera «heger dîsa ew mêr ke» yûnanîda tʼune. Evana meʼna zinêkʼarîyê şirovedikin, çimkî eʼdetê cihûyada îzina jina mêrberʼdayî tʼunebû dîsa mêr kira, hʼeta mêrê wê sax bûya. û kʼî ku yeke mêrberʼdayî bistîne, ew zinîyê dike.
Hînkirina bona sondê
33We ev jî bihîstîye ku pêşîyarʼa hatîye gotinê: ‹Derew sond nexwe û sondê xwe li ber Xudan bîne sêrî›#5:33 Qanûna Kʼahîntîyê 19:12; Jimar 30:2. . 34Lê Ez werʼa dibêjim, tʼu car sond nexwin, ne bi eʼzmên, çimkî ew tʼextê Xwedê ye, 35ne jî bi eʼrdê, çimkî ew cîyê bin pʼîyêd Wî ye, ne jî bi Orşelîmê, çimkî ew bajarê Pʼadşê mezin e 36û ne jî bi serê xwe sond bixwe, çimkî tu nikarî mûkî sipî kî yan rʼeş kî. 37Lê bira gotina we bibe ‹belê-belê› yan jî ‹na-na›. Ji vê zêdetir ji mîrêcin e#5:37 Bi yûnanî xeber bi xeber aha ye: «Ji yê xirab e». .
Hînkirina derheqa hʼeyfhildanêda
(Lûqa 6:29-30)
38We bihîstîye ku hatîye gotinê: ‹Çʼeʼv ji ber çʼeʼvva, diran ji ber diranva›#5:38 Derkʼetin 21:24; Qanûna Kʼahîntîyê 24:20; Qanûna Ducarî 19:21. . 39Lê Ez werʼa dibêjim, miqabilî xiraba nesekinin. Heger yek şemaqekê li rʼûyê teyî rʼastê xe, yê din jî bide ber. 40Û heger yek te kʼaşî ber dîwanê ke û bixwaze kirasê te ji te bistîne, pʼotê xwe jî jêrʼa bihêle. 41Û heger yekî qulixêda zorê li te bike, wekî kîlomêtirekê#5:41 Bi yûnanî xeber bi xeber aha ye: «Mîlek». Mîla Rʼomê (Îtalya) 1 478.5 mêtir bû. te bibe, tʼevî wî duda herʼe. 42Bide wî, kʼî ji te dixwaze û berê xwe ji wî neguhêze, yê ku dixwaze ji te deyn bike.
Dijminêd xwe hʼiz bikin
(Lûqa 6:27-28, 32-36)
43We bihîstîye ku hatîye gotinê: ‹Hevalê xwe hʼiz bike#5:43 Ev rʼêz «Hevalê xwe hʼiz bike» ji Qanûna Kʼahîntîyê 19:18 ye. û bijene dijminê xwe›. 44Lê Ez werʼa dibêjim, dijminêd xwe hʼiz bikin û bona wan dua bikin, yêd ku we dizêrînin#5:44 Nav hinek destnivîsarada aha ye: «…bona yêd ku nifirʼa we dikin, dua bikin û xêrnexwazêd xwerʼa qencîyê bikin». , 45wekî hûn bibine zarʼêd Bavê xweyî Eʼzmana. Çimkî Ew teʼva Xwe derdixe hin ser qenca, hin jî ser xiraba û baranê dibarîne hin ser rʼasta, hin jî ser nerʼasta. 46Heger hûn wan hʼiz bikin, kʼîjan ku we hʼiz dikin, hûnê çi heq bistînin? Ne xercgir jî usa dikin? 47Û heger hûn tʼenê silavê bidine birêd xwe, îdî hûn çi tiştî ji ewêd din zêdetir dikin? Ne pʼûtpʼarist jî usa dikin? 48Awa kʼamil bin, çawa ku Bavê weyî Eʼzmana kʼamil e.

Currently Selected:

Metta 5: KmrNTL

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in