Lûqa 15
15
Peza undabûyî
(Metta 18:12-14)
1Awa hʼemû xercgir û gunekʼar nêzîkî Wî dibûn, ku guhê xwe bidana ser gotinêd Wî. 2Lê fêrisî û qanûnzana bîna xwe teng dikir û digotin: «Eva gunekʼara qebûl dike û tʼevî wan nan dixwe». 3Û Îsa eva mesela wanrʼa got: 4«Ji we kʼî ye ew merî, ku sed pezêd wî hebin û gava yekî ji wan unda ke, nod neha çol û besta nehêle û pey ya undabûyî nekʼeve, hʼeta ku wê bibîne? 5Û gava bibîne, wê ji şabûna dayne ser milê xwe, 6vegerʼe malê, gazî der û cînara ke û wanrʼa bêje: ‹Tʼevî min şa bin! Min peza xweye undabûyî dît›. 7Ez werʼa dibêjim, usa jî li eʼzmên bona gunekʼarekî ku tʼobe dike, hê wê bibe şabûneke mezin, ne ku bona nod nehêd rʼast, kʼîjanarʼa tʼobekirin ne hʼewce ye.
Zîvê undabûyî
8Yan kʼîjan e ew kʼulfeta ku dehe zîvêd wê hebin û gava yekî ji wan unda ke, wê çʼirê vênexe, malê gêzî neke û qenc lê nagerʼe, hʼeta ku zîvê xwe bibîne? 9Û çaxê ew bibîne, wê gazî der û cînara ke û wanrʼa bêje: ‹Tʼevî min şa bin! Min zîvê xweyî undakirî dît›. 10Ez werʼa dibêjim, usa jî milyakʼetêd Xwedê bona gunekʼarekî ku tʼobe dike, şa dibin».
Kurʼê undabûyî û birê wî
11Û Îsa got: «Du kurʼêd merivekî hebûn. 12Yê biçʼûk gote bavê xwe: ‹Bavo, ji hebûka xwe çi ku pʼara min dikʼeve, bide min›. Û ewî wanarʼa hebûk pʼarevekir. 13Pey çend rʼojarʼa kurʼê biçʼûk her tiştê xwe tʼop kir çû welatekî dûr. Li wir ewî eʼmirê toltîyê derbaz kir, hʼemû hebûka xwe pʼûçʼ kir. 14Û gava tiştek dêstda nema, wî welatîda jî bû xelayîke mezin û ew kʼete hʼalekî giran. 15Çû xwe li bajarvanekî wî welatî girt û ewî ew şande kʼewşên ber beraza. 16Ew hʼewce bû ku zikê xwe bi wan xirnûfêd ku beraza dixwar tʼêr bikira, lê kesekî ew jî nedida wî. 17Lê gava ew ser hʼişê xweda hat, got: ‹Çiqas pʼale mala bavê minda hene, ku nan dixwin û ber wan dimîne, lê ez vira birʼçîna dimirim. 18Ez rʼabim herʼime cem bavê xwe û wîrʼa bêjim: Bavo, min ber te û eʼzmên gune kir. 19Ez îdî ne hêjayî kurʼtîya te me. Tʼenê mîna pʼalekî xwe min qebûl ke›. 20Û rʼabû hate cem bavê xwe. Lê gava hê dûrva bavê ew dît, dilê wî ser şewitî, berbi wî bezî, ew hʼemêz kir û rʼamûsa. 21Kurʼ jêrʼa got: ‹Bavo, min ber te û eʼzmên gune kir. Ez îdî ne hêjayî kurʼtîya te me›. 22Lê bavê xulamêd xwerʼa got: ‹Zû bikin, çuxê lapî rʼind bînin lê kin, gustîlê têkine tʼilîyê û sola jî bikine niga. 23Canegayê dermalîkirî bînin, serjêkin, em bixwin û şa bin. 24Çimkî ev kurʼê min mirî bû, sax bû, undabûyî bû, hate dîtinê›. Û dest bi şayîyê kirin.
25Wî çaxî kurʼê wîyî mezin li kʼewşên bû. Gava hat nêzîkî malê bû, dengê stiran û rʼeqasê bihîst. 26Ewî gazî ji xulama yekî kir û jê pirsî: ‹Ev çi hʼewal e?› 27Xulêm wîrʼa got: ‹Birê te hatîye, bavê te canegayê dermalîkirî serjêkirîye, çimkî ew sax û silamet vegerʼîyaye›. 28Bira hêrs kʼet û nexwest ku herʼe hindurʼ. Bav derkʼete derva, lava wî kir. 29Ewî li bavê xwe vegerʼand û got: ‹Eva muxdarê çend sala ne ku ez terʼa xulamtîyê dikim û ji gurʼa te qet dernekʼetime, te qet karek jî nedaye min ku min tʼevî heval-hogirêd xwe kʼêf bikira. 30Lê gava ew kurʼê teyî ku hebûka te bir, tʼevî qava pʼûçʼ kir hat, te bona wî canegayê dermalîkirî serjêkir›. 31Bavê jêrʼa got: ‹Lawo, tu her gav tʼevî min î û hʼemû hebûka min ya te ye. 32Gerekê em eşq û şa bûna, çimkî ev birê te mirî bû, sax bû û undabûyî bû, hate dîtinê›».
Currently Selected:
Lûqa 15: KmrNTL
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Институт перевода Библии, 2000, 2011