Yûhʼenna 12
12
Îsa Beytanyayêda tê rʼûnkirinê
(Metta 26:6-13; Marqos 14:3-9)
1Şeş rʼoj berî Cejina Derbazbûnê, Îsa hate Beytanyayê, wî cîyê ku Lazar lê dima, yê ku Îsa ew ji nav mirîya rʼakiribû. 2Li wê derê wana qedirek jêrʼa kirin. Mertʼayê xizmetkʼarî dikir, Lazar jî tʼevî Îsa nava wanda li ser sifrê rʼûniştî bû. 3Hingê Meryemê lîtirekî rʼomayî#12:3 «Lîtirekî rʼomayî» hingê weke 325 giramê niha bû. bi rʼûnê nardêyî safî û biha hilda, ser nigêd Îsada kir û pê pʼorʼê xwe nigêd Wî ziha kirin. Bîna rʼûnê nardê mal hilda. 4Lê ji şagirtêd Wî yekî, Cihûdayê Îsxeryotî, yê ku wê paşê nemamîya Wî bikira got: 5«Çima ev rʼûnê nardê sêsid zîvî#12:5 «Sêsid zîv» hingê weke xebata pʼalekî tʼemamîya salê bû. nehate firotanê, ku li belengaza bihata belakirinê?» 6Ewî ev yek digot, ne ku xema wî belengaz bûn, lê çimkî ew diz bû, kʼîsikê pʼera cem wî bû û çi ku dikʼetê, ewî jê diçʼopand.
7Hingê Îsa gote wî: «Ji wê kʼulfetê vegerʼe. Îdî çima vî rʼûnî hʼeta rʼoja definkirina Min xwey ke?#12:7 Aha jî tê feʼmkirinê: «Bira vî rʼûnî bona rʼoja definkirina Min xwey ke». 8Feqîrê her gav tʼevî we bin, lê Ezê her gav tʼevî we nîbim».
Şêwira kuştina Lazar
9Ji cihûya geleka bihîst ku Îsa li wê derê ye hatin. Ew ne ku tʼenê bona Îsa hatin, lê wekî Lazarê ku ji nav mirîya rʼakirîye jî bibînin. 10Hingê serekêd kʼahîna şêwirîn ku Lazar jî bikujin, 11çimkî rʼûyê wîda gelek cihû diçûn bawerîya xwe Îsa danîn.
Îsa bi rʼûmet dikʼeve Orşelîmê
(Metta 21:1-11; Marqos 11:1-11; Lûqa 19:28-40)
12Rʼoja dinê eʼlaleteke giran ku hatibû cejinê, gava bihîst ku Îsa tê Orşelîmê, 13wana çʼiqilêd xurmê hildan çûne pêşîya Wî û kirine qîrʼîn:
«Hosanna! Bimbarek e Ewê ku bi navê Xudan tê#12:13 Zebûr 118:25-26. , Pʼadşê Îsraêlê!»
14Îsa ceʼşikek dît û lê sîyar bû, çawa nivîsar e:
15«Netirse bajarê Sîyonê#12:15 Bi yûnanî xeber bi xeber aha ye: «Qîza Sîyonê». .
Va ye Pʼadşê te tê, li ceʼşika kʼerê sîyar bûyî»#12:15 Zekerîya 9:9. .
16Şagirtêd Wî pêşîyê eva yeka feʼm nekirin, lê gava Îsa kʼete rʼûmeta Xwe, hingê hate bîra wan, ku ev yek bona Wî hatibû nivîsarê û bona Wî eva yeka kirin. 17Ew cimeʼta ku hingê tʼevî Wî bû, gava Wî Lazar ji mirinê rʼakir û eʼmir kir ku ji gorʼê derê, şeʼdetîya wê yekê dida. 18Bona vê yekê cimeʼt pêşîya Wîda çû, çimkî wana bihîstibû ku Ewî eva nîşana kirîye. 19Fêrisîya jî hevrʼa got: «Hûn dibînin eva yeka ji qewata me der e. Va tʼemamîya dinyayê pey Wî çû!»
Hinek yûnan li Îsa digerʼin
20Nav wanda çend yûnan jî hebûn, ku bona hʼebandinê cejinêda hevraz çûbûne Orşelîmê. 21Evana hatine cem Fîlîpoyê ji bajarê Beytsayda Celîlê hîvî jê kirin û gotinê: «Em xulam, em dixwazin Îsa bibînin». 22Fîlîpo çû eva yeka Endrawisrʼa got, Endrawis û Fîlîpo jî çûn Îsarʼa gotin. 23Îsa li wan vegerʼand û got: «Ew sihʼeta ku Kurʼê Mêriv wê bê rʼûmetkirinê pêrʼa gihîşt. 24Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, heger hʼeba gênim nekʼeve eʼrdê û nemire, ewê tʼenê bimîne, lê heger ew bimire, wê gelek ber bide. 25Yê ku eʼmirê xwe hʼiz dike, ewê unda ke, lê ewê ku li vê dinyayê dijene eʼmirê xwe, ew wî bona jîyîna hʼeta-hʼetayê xwey dike. 26Ewê ku bixwaze Minrʼa xizmetkʼarîyê bike, bira pey Min bê. Ez li kʼu derê bim, xizmetkʼarê Min jî wê li wê derê be. Heger yek Minrʼa xizmetkʼarîyê dike, Bav jî wê qedirê wî bigire.
Îsa mirina Xwe eʼlam dike
27Niha agir dilê Min kʼetîye. Ez çi bêjim? Bêjim: ‹Bavo, Min ji vê sihʼetê xilaz ke›? Ne Ez bona vê sihʼetê hatime? 28Bavo, navê Xwe bilind ke». Hingê dengek ji eʼzmên hat: «Min bilind kir û Ezê dîsa bilind kim!»
29Ew eʼlaleta ku li wir sekinîbû dibihîst got: «Gurʼînîya eʼzmên bû». Hineka jî digot: «Milyakʼetekî tʼevî Wî xeber da». 30Îsa cab da û got: «Eva denga bona Min nehat, lê bona we. 31Niha ye wextê dîwana vê dinyayê, niha serwêrê vê dinyayê wê bê avîtinê derva. 32Gava Ez ji eʼrdê berbi jor bême hildanê, Ezê hʼemûya berbi Xwe bikʼişînim». 33Ewî bi vê gotinê dida feʼmkirinê, ku Ewê bi çi cûrʼeyî bimire.
34Hingê eʼlaletê lê vegerʼand û gotê: «Me ji Qanûnê bihîstîye ku Mesîhê hʼeta-hʼetayê bimîne. Îdî Tu çawa dibêjî: ‹Gerekê Kurʼê Mêriv berbi jor bê hildanê›? Kʼî ye ew ‹Kurʼê Mêriv›?» 35Îsa wanrʼa got: «Hinek wext jî rʼonayî wê tʼevî we be. Hʼeta ku rʼonayî tʼevî we ye, bimeşin, nebe ku teʼrî ser weda bê. Ewê ku teʼrîyêda dimeşe, ew nizane kʼuda diçe. 36Hʼeta ku rʼonayî tʼevî we ye, bawerîya xwe rʼonayê bînin, wekî hûn bibine zarʼêd rʼonayê».
Nebawerîya cihûya
Gava Îsa ev yekana gotin çû û Xwe ji ber wan veşart. 37Ser haqas nîşanarʼa ku Wî li ber wan kirin, lê wana dîsa bawerîya xwe li Wî nedanîn. 38Ev yek aha bû, wekî ew gotina Îşaya pʼêxember bê sêrî:
«Xudan, kʼê ew gotina ku me got bawer kir?
Û zenda Xudan kʼêva eʼyan bû?»#12:38 Îşaya 53:1.
39Bona wê yekê wana nikaribû bawer bikirana, çimkî Îşaya aha jî gotîye:
40«Xwedê çʼeʼvêd wan kor kirin
û ava rʼeş anî ser hʼişê wan,
wekî bi çʼeʼva nebînin,
bi hʼişa feʼm nekin
û venegerʼin ku Ez wan qenc kim»#12:40 Îşaya 6:10. .
41Îşaya aha got, çimkî wî rʼûmeta Îsa dît û li ser Wî xeber da. 42Lê belê dîsa jî ji serwêra geleka bawerîya xwe Wî anî. Lê ji tirsa fêrisîya, li xwe mukurʼ nedihatin, ku ji kʼinîştê neyêne derxistinê. 43Li wan hê xweş dihat ku meriv pesinê wan bidin, ne ku Xwedê.
Gotina Îsa hʼakimê Rʼoja Axretê ye
44Hingê Îsa bi dengekî bilind got: «Ewê ku bawerîya xwe Min tîne, ew bawerîya xwe Min nayne, lê Yê ku Ez şandime. 45Û ewê ku Min dibîne, yê ku Ez şandime dibîne. 46Ez çawa rʼonayîdar hatime dinyayê, wekî her kesê ku bawerîya xwe Min bîne, teʼrîyêda nemîne. 47Heger yek gotina Min bibihê û neqedîne, Ez dîwana wî nakim. Ez nehatime ku dîwana dinyayê bikim, lê wekî dinyayê xilaz kim. 48Ewê ku Min tʼexsîr dike û gotinêd Min qebûl nake, yek heye ku wê dîwana wî bike, awa gotî ew gotina ku Min gotîye, ewê Rʼoja Axretê dîwana wî bike. 49Çimkî Min xweserîxwe negotin, lê Bavê ku Ez şandime, Ewî tʼemî daye Min ku Ez çi bêjim û çi xeber dim. 50Û Ez zanim ku tʼemîya Wî jîyîna hʼeta-hʼetayê ye. Awa çi ku Ez dibêjim, çawa Bavê gotîye Min Ez usa dibêjim».
Tʼemî û gotinêd Îsaye axirîyê
Currently Selected:
Yûhʼenna 12: KmrNTL
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Институт перевода Библии, 2000, 2011