YouVersion Logo
Search Icon

Lûqa 7:7-9

Lûqa 7:7-9 KURNT

Ji ber vê yekê jî min xwe hêja nedît ku ez bêm ba te. Îcar hema peyvekê bêje û xulamê min wê qenc bibe. Çimkî ez jî mirovekî di bin emir de me û di bin min re jî leşker hene. Ez ji yekî re dibêjim: ‹Here!›, ew diçe û ji yê din re dibêjim: ‹Were!›, ew tê û ez ji xulamê xwe re dibêjim: ‹Vê bike!›, ew dike.» Gava Îsa ev bihîst, ew li wî şaş ma. Wî berê xwe da elaleta ku li pey wî dihat û got: «Ez ji we re dibêjim ku min di Îsraêlê de jî baweriyeke evqas mezin nedîtiye.»