1
Metta 18:20
Peymana Nû (Încîl)
Çimkî kʼîderê du yan sê meriv bi navê Min bicivin, Ez li wir nava wanda me».
Compare
Explore Metta 18:20
2
Metta 18:19
Dîsa Ez rʼast werʼa dibêjim, heger dudu ji we li ser eʼrdê bi tʼifaq bona tiştekî dua bikin û bixwazin, Bavê Minî eʼzmana wê bide we.
Explore Metta 18:19
3
Metta 18:2-3
Îsa zarʼokek gazî cem Xwe kir, ew nav wanda da sekinandinê û got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, heger hûn venegerʼin û nebine mîna zarʼoka, hûn tʼu car nakʼevine Pʼadşatîya Eʼzmana.
Explore Metta 18:2-3
4
Metta 18:4
Awa kʼî ku mîna vê zarʼokê xwe biçʼûk ke, ew e yê herî mezin Pʼadşatîya Eʼzmanada.
Explore Metta 18:4
5
Metta 18:5
Û kʼî ku zarʼokeke aha bi navê Min qebûl ke, ew Min qebûl dike.
Explore Metta 18:5
6
Metta 18:18
Ez rʼast werʼa dibêjim, çi ku hûn ser eʼrdê girêdin, li eʼzmên jî wê girêdayî be û çi ku hûn li ser eʼrdê vekin, li eʼzmên jî wê vekirî be.
Explore Metta 18:18
7
Metta 18:35
Usa jî Bavê Minî Eʼzmana wê li serê we her yekî bike, heger hûn bi dil nebaxşînine birê xwe».
Explore Metta 18:35
8
Metta 18:6
Lê kʼî ku ji van biçʼûka yekî, yê ku bawerîya xwe Min tîne ji rʼê derxe, wîrʼa hê qenc e, wekî beraşek stûyê wîva bê girêdanê û binê beʼrêda bixeniqe.
Explore Metta 18:6
9
Metta 18:12
Hûn çawa tʼexmîn dikin? Heger sed pezêd merivekî hebin û yek ji wan unda be, ewê nod neha nehêle çʼîya-banîya û neçe ku ya undabûyî bigerʼe?
Explore Metta 18:12
Home
Bible
Plans
Videos