1
Lûqa 14:26
Peymana Nû (Încîl)
«Heger yek pey Min bê û Min ji dê û bavê xwe, ji jin û zarʼêd xwe, ji xûşk û birayêd xwe û usa jî ji xwe zeʼftir hʼiz neke, nikare bibe şagirtê Min.
Compare
Explore Lûqa 14:26
2
Lûqa 14:27
Û kʼî ku xaçê xwe hilnede pey Min neyê, ew nikare bibe şagirtê Min.
Explore Lûqa 14:27
3
Lûqa 14:11
Awa her kesê ku xwe bilind ke, wê nimiz be û kʼî ku xwe nimiz ke, wê bilind be».
Explore Lûqa 14:11
4
Lûqa 14:33
Awa ji we her kes, kʼî ku destê xwe ji tʼemamîya hebûna xwe nekʼişîne, ew nikare bibe şagirtê Min.
Explore Lûqa 14:33
5
Lûqa 14:28-30
Ji we kʼîjan e, ku bixwaze bilindcîke nobedara çêke, pêşîyê rʼûnenî nede ber hʼesêb, gelo qewata wîyê bigihîjê bîne sêrî yan na? Nebe ku hʼîmê wê dayne û nikaribe bîne sêrî, yêd ku bibînin lê bikʼenin û bêjin: ‹Evî merivî destpêkir çêke û nikaribû banîya sêrî›.
Explore Lûqa 14:28-30
6
Lûqa 14:13-14
Lê gava tu xwarinekê datînî, gazî feqîr, seqet, yêd dikulin û kora ke. Hingê tê xwezilî bî, çimkî ewana nikarin qencîya te li te vegerʼînin, lê belê Rʼoja Rʼabûna rʼastaye ji mirinê wê li te bê vegerʼandinê».
Explore Lûqa 14:13-14
7
Lûqa 14:34-35
Xwê tiştekî qenc e. Lê heger ew teʼma xwe unda ke, paşê ewê bi çi teʼmê bistîne? Ne wê dewsa xwelîyê bigire û ne jî dewsa pʼeyn. Wê bavêjine wêda. Guhê kʼêyî bihîstinê heye bira bibihê».
Explore Lûqa 14:34-35
Home
Bible
Plans
Videos