1
Yûhʼenna 5:24
Peymana Nû (Încîl)
Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim: Her kesê ku guh bide gotinêd Min û Wî bawer bike, Yê ku Ez şandime, jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê heye. Dîwana wî nayê kirinê, lê ew ji mirinê derbazî jîyînê bûye.
Compare
Explore Yûhʼenna 5:24
2
Yûhʼenna 5:6
Îsa gava ew li wir pʼaldayî dît û zanibû jî ku ew zûva nexweş e, wîrʼa got: «Tu dixwazî qenc bî?»
Explore Yûhʼenna 5:6
3
Yûhʼenna 5:39-40
Hûn nivîsarada kʼûr dibin, çimkî hûn dibêjin, jîyîna weye hʼeta-hʼetayê wanda ye û hema ew xwexa şeʼdetîya Min didin. Lê hûn naxwazin bêne cem Min, wekî jîyîna we hebe.
Explore Yûhʼenna 5:39-40
4
Yûhʼenna 5:8-9
Îsa jêrʼa got: «Rʼabe berʼa xwe hilde û bigerʼe». Pêrʼa-pêrʼa ew meriv qenc bû, berʼa xwe hilda û gerʼîya. Ew rʼoja şemîyê bû.
Explore Yûhʼenna 5:8-9
5
Yûhʼenna 5:19
Lema Îsa wanrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ku Kurʼ nikare xweserîxwe tiştekî bike, ew tʼenê wan tiştêd ku dibîne Bav dike, Ew jî dike. Bav çi dike Kurʼ jî usa dike.
Explore Yûhʼenna 5:19
Home
Bible
Plans
Videos