1
Destpêk 37:5
Kurmanji Încîl
Ûsiv xewnek dît û çaxê ku wî ev xewn ji birayên xwe re got, li ber çavên wan zêdetir reş bû.
Compare
Explore Destpêk 37:5
2
Destpêk 37:3
Îsraêl ji hemû kurên xwe zêdetir ji Ûsiv hez dikir. Çimkî Ûsiv di kalîtiya wî de jê re bûbû. Wî ji Ûsiv re kincekî dirêj û bixemil çêkiribû.
Explore Destpêk 37:3
3
Destpêk 37:4
Çaxê birayên wî dîtin ku bavê wan ji hemûyan bêtir jê hez dike, li ber çavên wan reş bû, pê re xweş xeber nedidan.
Explore Destpêk 37:4
4
Destpêk 37:9
Wî xewneke din dît û ew jî, ji birayên xwe re got: “Guhdarî bikin, min xewneke din dît: Roj, heyv û yanzdeh stêr li ber min ditewiyan.”
Explore Destpêk 37:9
5
Destpêk 37:11
Birayên wî jê dexisîn, lê xewna wî di hişê bavê wî de ma.
Explore Destpêk 37:11
6
Destpêk 37:6-7
Wî ji wan re got: “Ka guhdariya vê xewna min bikin: Min dît ku em li zeviyê gurzan girê didin. Gurza min di cih de rabû û çik sekinî. Lê gurzên we li dora gurza min kom bûn û xwe li ber tewandin.”
Explore Destpêk 37:6-7
7
Destpêk 37:20
De werin em wî bikujin û bavêjin bîrekê. Emê bêjin heywanekî hov ew xwar. Paşê emê bibînin ka xewnên wî çawa pêk tên.”
Explore Destpêk 37:20
8
Destpêk 37:28
Gava bazirganên Mîdyanî di wir re derbas dibûn, wan birayê xwe Ûsiv ji bîrê kişandin û ew bi bîst zîvî firotin wan Îsmaîliyan. Wan jî Ûsiv bir Misrê.
Explore Destpêk 37:28
9
Destpêk 37:19
Wan ji hev re got: “Va ye, xweyê xewnan tê.
Explore Destpêk 37:19
10
Destpêk 37:18
Wan ji dûr ve Ûsiv dît û beriya ku ew hat ba wan, şêwra kuştina wî kirin.
Explore Destpêk 37:18
11
Destpêk 37:22
Xwînê nerêjin. Wî bavêjin wê bîra çolê, lê destê xwe dirêjî wî nekin.” Ji bo ku wî rizgar bike û ji bavê xwe re bêje, wî ev yek got.
Explore Destpêk 37:22
Home
Bible
Plans
Videos