1
Destpêk 35:11-12
Kurmanji Încîl
Xwedê jê re got: “Ez Xwedayê Karîndar im. Zêde û berdar bibe. Wê ji te miletek û komeke miletan çêbe û tê bibî bavkalê padîşahan. Wî welatê ku min dabû Îbrahîm û Îshaq, ezê bidim te jî û piştî te ezê wî welatî bidim ziriyeta te.”
Compare
Explore Destpêk 35:11-12
2
Destpêk 35:3
Werin em derkevin Bêt-Êlê. Ezê li wir ji wî Xwedayê ku di roja teng de bersiva min da û li her dera ku ez çûmê, ez bi tenê nehiştim re gorîgehekê çêkim.”
Explore Destpêk 35:3
3
Destpêk 35:10
Xwedê jê re got: “Navê te Aqûb e, lê ji niha pê ve wê ji te re nebêjin Aqûb, wê navê te Îsraêl be.” Bi vî awayî wî navê Îsraêl lê danî.
Explore Destpêk 35:10
4
Destpêk 35:2
Aqûb ji maliyên xwe û ji hemû kesên li ba xwe re got: “Îlahên xwe yên xerîb ên ku bi we re ne bavêjin, xwe paqij bikin û cilên xwe biguherin.
Explore Destpêk 35:2
5
Destpêk 35:1
Xwedê ji Aqûb re got: “Here hilkişe Bêt-Êlê û li wir bi cih bibe. Li wir ji Xwedê re gorîgehekê çêke. Çaxê ku tu ji ber birayê xwe Esaw reviyabûyî, Xwedê li wir li te xuya bû.”
Explore Destpêk 35:1
6
Destpêk 35:18
Lê Rahêl li ber mirinê bû. Beriya ku bimire wê navê wî Ben-Onî danî. Lê bavê wî navê kurê xwe Binyamîn danî.
Explore Destpêk 35:18
Home
Bible
Plans
Videos