1
Destpêk 32:28
Kurmanji Încîl
Zilêm got: “Êdî wê ji te re Aqûb neyê gotin, lê wê Îsraêl bê gotin. Çimkî te bi Xwedê û bi mirovan re rikeberî kir û tu bi ser ketî.”
Compare
Explore Destpêk 32:28
2
Destpêk 32:26
Zilêm ji Aqûb re got: “Min berde ez herim, va ye roj hiltê.” Lê Aqûb got: “Heta ku tu min pîroz nekî, ez te bernadim.”
Explore Destpêk 32:26
3
Destpêk 32:24
Aqûb bi tenê ma û mirovekî heta ber destê sibê pê re gulaş girt.
Explore Destpêk 32:24
4
Destpêk 32:30
Aqûb navê wê derê Peniyêl danî û got: “Min Xwedê rû bi rû dît, dîsa jî ez sax mam.”
Explore Destpêk 32:30
5
Destpêk 32:25
Gava wî dît ku bi ser nakeve, wî li kemaxa Aqûb xist û hestiyê qorika Aqûb ji cih derket.
Explore Destpêk 32:25
6
Destpêk 32:27
Zilêm got: “Navê te çi ye?” Wî got: “Aqûb.”
Explore Destpêk 32:27
7
Destpêk 32:29
Aqûb jê re got: “Ji kerema xwe navê xwe ji min re bêje.” Wî got: “Tu çima li navê min dipirsî?” Rabû Aqûb li wir pîroz kir.
Explore Destpêk 32:29
8
Destpêk 32:10
Ez ne hêjayî wê hemû dilsozî û dilovaniyê me ku te nîşanî xulamê xwe da. Çaxê ez di vî Çemê Şerîayê re derbas bûm, tenê şivdarê min hebû, lê niha ez bûme du beş.
Explore Destpêk 32:10
9
Destpêk 32:32
Ji ber vê yekê, heta roja îro gelê Îsraêl kirkirkê ser qorikê naxwin. Çimkî serê qorika Aqûb derb xwaribû.
Explore Destpêk 32:32
10
Destpêk 32:9
Aqûb dua kir û got: “Ya Xwedayê bavkalê min Îbrahîm, Xwedayê bavê min Îshaq, ya Xudan! Te ji min re got: ‘Vegere welatê xwe, ba mirovên xwe, ezê qenciyê li te bikim.’
Explore Destpêk 32:9
11
Destpêk 32:11
Ji kerema xwe min ji destê birayê min Esaw biparêze. Çimkî ditirsim ew were û êrîşî min, zarokan û dayikên wan bike.
Explore Destpêk 32:11
Home
Bible
Plans
Videos