1
Kolosî 2:6-7
Kurmanji Încîl
Îcar we çawa Xudan Mesîh Îsa qebûl kiribe, wisa bi wî re girêdayî rêve herin. Bi wî ve ra bidin û ava bibin; wek ku hûn hatine hînkirin, di baweriyê de qayîm bibin û bila şikirdariya we zêde bibe.
Compare
Explore Kolosî 2:6-7
2
Kolosî 2:8
Hay ji xwe hebin, bila tu kes we bi felsefe û xapandina pûç li gor adetên mirovan dîl negire. Ew li gor hêzên ruhî yên vê dinyayê ne, ne li gor Mesîh in.
Explore Kolosî 2:8
3
Kolosî 2:13-14
Û çaxê hûn hê di nav neheqiyan û di beden û dilê xwe yê sinetnebûyî de mirî bûn, Xwedê hûn bi Mesîh re vejandin û li hemû sûcên me bihûrt. Seneda deynên me ya ku bi qeydeyan li hember me bû, xîş kir, li xaçê xist û ji holê rakir.
Explore Kolosî 2:13-14
4
Kolosî 2:9-10
Çimkî hemû tijetiya Xwedêtiyê bi bedenî di Mesîh de ye. Ew serê her serwerî û desthilatiyê ye û hûn bi wî temam bûne.
Explore Kolosî 2:9-10
5
Kolosî 2:16-17
Loma bila tu kes di pirsa xwarin, an vexwarin, an cejn, an meha nû, an jî roja Şemiyê de, we dadbar neke. Evên ha siya wan tiştên ku wê bên in, lê ya rast Mesîh e.
Explore Kolosî 2:16-17
YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy
Home
Bible
Plans
Videos