1
Destpêk 3:6
Kurmanji Încîl
Gava jinikê dît ku fêkiyê darê çêjdar e, li ber çavan xweş xuya dike û daxwaza zanabûnê dide, wê fêkiyek jê kir û xwar. Mêrê wê jî li ba wê bû. Wê fêkî da wî û mêrik jî xwar.
አወዳድር
{{ጥቅስ}} ያስሱ
2
Destpêk 3:1
Di nav hemû heywanên kovî yên Xwedê Xudan çêkiribûn de yê herî jîr mar bû. Marî ji jinê re got: “Ma bi rastî jî Xwedê got: ‘Divê hûn ji tu dareke bexçeyê nexwin’?”
3
Destpêk 3:15
Ezê dijminatiyê bixim navbera te û jinê, Navbera ziriyeta te û ya wê. Wê serê te biperçiqîne, Tê jî êrîşî pehniya wî bikî.”
4
Destpêk 3:16
Wî ji jinikê re got: “Gava zarokanînê ezê êşa te gelekî zêde bikim Û bi êş tê zarokê xwe bînî. Tê hewcedarê mêrê xwe bî Ewê jî serwerê te be.”
5
Destpêk 3:19
Tê nanê xwe, bi xwêdana eniya xwe bixwî. Heta ku tu bizivirî axa tu jê hatî çêkirin. Çimkî tu ax î û tê vegerî axê.”
6
Destpêk 3:17
Wî ji Adem re got: “Ji ber ku te guhdariya dengê jina xwe kir Û ji wê dara ku min ji te re gotibû ‘Divê tu nexwî’ te xwar, Ax ji rûyê te bi nalet bû. Tê di hemû rojên jiyana xwe de Bi zehmetî jê bixwî.
7
Destpêk 3:11
Xwedê Xudan got: “Kê ji te re got tu tazî yî? Ma te ji wê dara ku min ji te re gotibû: ‘Jê nexwe’ xwar?”
8
Destpêk 3:24
Piştî wî Adem qewirand, ji bo parastina riya dara jiyanê wî li aliyê rojhilatê Bexçeyê Êdenê xerûb û şûrekî agiravêj ê bi her aliyî ve dizivire bi cih kirin.
9
Destpêk 3:20
Adem navê jina xwe Hawa danî. Çimkî ew bû dayika hemû mirovan.
Home
Bible
Plans
Videos